Şîfa Barzanî: Em bang li Kanadayê dikin ku Herêma Kurdistanê biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Revenda Kurdistanî li Derveyî Welat Şîfa Barzanî di gotarekê de li Parlamentoya Kanadayê ragihand, pêwîste parlamentoya Kanada fişarê li hikûmeta xwe bike, da ku girîngiyê bide Herêma Kurdistanê û weke hevpeymaneke giring wê biparêze. Hevdem jî, endamê parlamentarekî Kanadayê jî dibêje, piraniya endamên parlamentoya Kanadayê peywendiyên wan li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê hene.

Dosyeya êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê û şehîdkirina welatiyên sivîl anîn bo parlamentoya Kanadayê hat birin û Serokê Revenda Kurdistanî li Derve Şîfa Barzanî li parlamentoya Kanadayê gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişand li ser çend mijarên giring ên girêdayî Herêma Kurdistanê.

Şîfa Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de, spasiya Kanadayê kir ku di şerê li dijî terorîstan û têkbirina metirsiyên DAIŞê de, alîkariya hêzên Pêşmerge kiriye.

Şîfa Barzanî di beşeke din a gotara xwe de behsa êrîşên mûşekî yên li ser Hewlêrê kir û daxwaz ji parlementerên Kanadayê kir ku fişarê li hikûmeta welatê xwe bike, da ku bi awayekî baştir Herêma Kurdistanê weke hevpeymanekê biparêze.

Ji aliyekî din ve, endamê parlamentoya Kanadayê Elî Îhsasî ku beşdarî civînê bûbû ji K24ê re ragihand, rewşa Herêma Kurdistanê hestiyar e. Lê ligel wê jî piraniya parlamenterên Kanadayê peywendiyên wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hene û divê li ser piştevaniya Herêmê berdewam bin.

Elî Îhsasî got: “Em gelek keyfxweş û spasdar in ku îro Şîfa Barzanî li Otava serdana Parlamentoya Kanadayê kiriye, piraniya parlamenterên Kanadayê peywendiyên wan ên bihêz ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene. Her wiha têdigihin ku berdewamkirina van peywendiyan çiqasî girîng e ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî rewşa navçê hestiyar e û gelek caran ji aliyê Îranê ve tê bombebarankirin.”

Herêma Kurdistanê di asta navdewletî de xwediyê pêgeheke taybet e, welatên bihêz giring dibînin ku piştevaniya modela pêkvejiyan û demokrasiyê li Herêmê bikin û li kêleka Hewlêrê li dijî destdirêjiyan rawestin.

Herwiha Serokê Revenda Kurdistanî li Derve Şîfa Barzanî li bajarê Detroit a Michiganê jî ligel revenda Kurdistanî civiya.

Di hevdîtinê de, Şêfa Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û çawaniya bihêztirkirina karê Revenda Kurdistanê kir.

Tekezî jî li ser wê yekê, divê kurdên Revenda Kurdistanê têkoşîna xwe ya ji bo Kurdistanê li derveyî bazneya partîtî geş bikin.

Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî civînê bûn û li ser mijarên niha yên giring nêrînên xwe anîn ziman.

Fly Erbil Advertisment