Bi Tevlîbûna Nêçîrvan Barzanî îro Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê, Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê dest pê dike.
Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê îro (Înî, 16.02.2024) seet 12:00 bi dema Hewlêrê dest pê dike û dê heta 18ê vê mehê berdewam be, anku dê sê rojan vebikêşe.
Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê mezintirîn civîna serkirdeyan a girêdayî ewlehî û seqamgiriyê ye li cîhanê.
Tewerên serekî yên Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê ya îsal ev in; şerê Xezzeyê, aloziyên Rojhilata Navîn û Deryaya Sor û qeyrana Ukraynayê.
Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê li sala 1963ê hatiye damezrandin û îsal zêdetirî 40 serok û serokwezîran û 90 wezîrên derve dê tevlî wê bibin.
Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê ku ji aliyê gelek aliyan ve wekî Davosa Ewlehiyê tê naskirin, kêm car hebûne ku tevlîbûyî û axiftinkerên wê hevnerîn bûbin.
Li sala 2007ê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gotareka gelek dijwar li dijî siyasetên piştî şerê sar ê Amerîkayê pêşkêş kir, ku yek ji wan gotaran tê hesibandin ên ku dûratiyeka mezin di navbera peywendiyên wan her du zilhêzên cîhanê de peyda kir.