Li deverên bilind ên Bakurê Kurdistanê berf dibare

Berf
Berf

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Dêrsimê ji ber berfê rêyên 108 gundan hatin girtin. ji ber barana dijwar rêya sereke ya Riha û Mêrdînê ket ber lehiyê û deh demjimêr girtî ma. Baran li Sîwerega Rihayê bû sedemê teqîna bendavan û têkçûna piran.

Pêla berf û baranê li bakurê Kurdistanê bandora xwe nîşan dide. Ji ber baranên dijwar rêya Mêrdîn û Rihayê ya navdewletî hate girtin. Rê piştî hewlên deh demjimêran hate vekirin.

Baran û lehiyan li Sîwerega Rihayê Bendav xera kirin. Bendava Eşme teqiya û pira ku rê dida deh gundan di ber avê de çû. Her wiha hejmerek otombêl jî ketin ber avê.

Li Dêrsimê ji ber barîna berfê rêyên 108 gundan û li Pilemoriya riya Dêrsim û Erzincanê hate girtin. Rêya Mûş û Bidlîsê di navbera Dêrxas û Motkiyê hate girtin û 32 otombêl tevî 90 welatiyan di rê de ase man.

Li navenda navçeya Kanîreşa Çewlîgê berf dibare û li hin gundan bilindahiya berfê gihiştiye şeş metreyan. Makîneyên kar hewl didin rêyan paqij bikin da ku welatî rastî astengiyên mezin neyin.