Konsulxaneya Brîtanyayê destxweşiya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulusê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji ber vekişandina fermana jimare 1 a sala 2023an ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve.

Konsulusê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê îro 17ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, “Vekişandina rênimaya sala 2023an ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, gaveke erênî ye û em destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê dikin ku gavên betalkirina vê rênimayê avêtine.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Azadiya ragihandinê û azadiya derbirînê ji bo karkirina civakeke saxlem û demokratîk pêwîst in û em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be li ser avêtina pêngavan ji bo piştgiriya van azadiyan.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê jî duhî  pêşwazî li biryara Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo betalkirina Rêziknameya Medyayê ya hejmar 1 a sala 2023an a kir di meha Gulana 2023an de hatibû derkirin.

Konsulxaneya Giştî yê Amerîka li Hewlêrê ragihand, biryara betalkirina rênimayê, nîşana pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirkirina rewşa azadiya rojnamevaniyê û tekezîkirina li ser pabendbûna xwe li ser hevkarîkirina ligel hevkarên navxweyî û navdewletî ji bo berdewamiya baştirkirin û pêşvebirina azadiya rojnamevanî û medyaya berpirsane ye.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniya jimare 1 a sala 2024’an di roja 28’ê Çileya 2024an de di rojnameya “Kurdistan Reality” a jimare (314) de belav kir û kar bi wê rênimaya jimare 1 a sala 2023an hilweşand.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşenbîrî, li ser nameya Serokatiya Ofîsa Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ya bi hejmara (5117) ya roja (12.11.2023) hatiye şandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ji 02.12.2024ê ve ev rênima han neyê cîbicîkirin û li şûna wê fermana berê ya hejmar 1 a sala 2014ê ya derbarê rêkxistina cihê frekansê li Herêma Kurdistanê were sepandin.