Ji ber teqîna “qazana avê” agir bi xwaringeha Encûmena Wezîran ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber teqîna qazana avê (boiler) agir derket.
Dîwana Encûmena Wezîran îro 17ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, derengiya şeva borî ji ber teqîna qazana avê, agir bi xwaringeha Encûmena Wezîran ket û zû jî ji aliyê tîmên agirkuj ve hat kontrolkirin.
Dîwana Encûmena Wezîran diyar kir: “Ji ber agir, ziyanên madî gihîşt xwaringeh û beşek ji avahiyê.”
Şeva borî jî Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêr di daxuyaniyekê de gotibû, tîmên wan gihîştin cihê bûyerê û agir zû hat kontrolkirin.


