Destûra lîsansê ya kanzaya li Ilîça Erzinganê hat betalkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê Tirkiyeyê, destûra jîngehê û belgeya lîsansê ya kompaniya ku li kanzaya Erzinganê li zêran digeriya, betal kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de li ser axa ku li navçeya Erzinganê ya Îliçê şemitî, agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Ji ber ku hat tesbîtkirin şert û mercên lîsansê ji holê hatine rakirin, destûra jîngehê û belgeya ehliyeta kanzayê ya li navçeya Îliçê ya Erzinganê ya ku di 13ê Sibatê de lê hezaz pêk hatibû, hat betalkirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, qada maddeya ku di encama şemitîna axê de dê bi awayekî demkî lê biherikin hat tesbîtkirin û wiha hat gotin: “Ji bo tesbîtkirina nelirêtiyê xebatên ku tên kirin, di bin çavdêriya wezareta me de dewam dikin. Li herêma heyî şert û mercên nelirêtiyê pêk tên, maddeyên ku diherikin herêmê dê ji vê qada ku hatiye amadekirin bên rakirin.”

Li aliyê din, piştî şemitîna axa li kanzayê ya li Îliçê ku 13ê Sibatê çêbûbû; xebatên lêgerîna 9 kesên ku wenda bûbûn hîn jî berdewam e.