Nêçîrvan Barzanî bi Alîkara Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkara Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê di hevdîtinekê de, gef û metirsiyên ewlekariyê li Iraqê û aloziya Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Sibatê di Konferansa Asayîşa Munchenê ya Almanyayê de, bi Alîkara Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê Celeste Wallander re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, her du alî gef û metirsiyên ewlehiyê yên li Iraqê û rewşa aloz a Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku aramî û ewlekarî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo navçeyê girîng e û di egera berfirehbûna encamên şerê li Xezzeyê de ku gef metirsî li ser navçeyê dike, divê Iraq her hewlek bide ji bo nekevin nava pirsgirêkan û giranî bixe li ser têkoşîna li dijî terorê û metirsiyên DAIŞê.
Herwiha di civînê de behsa bandora nerênî ya armancgirtin û êrîşên li ser hêzên hevpeyman li Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin. Di vê derbarê de jî, tekezî li ser pêwîstiya rêgirtina wan kiryaran hate kirin ku gefê li rewşa ewlehî, aramî û serweriya welat dikin."
Hevkariyên hevbeş ên ewlehiyê yên Amerîka û Iraqê di çarçoveya rêkeftina stratejîk a navbera her du welatan de, mijareke din a gotûbêjên civinê bû.