Meyser Nihêlî: Kar û bernameyên Yekîtiya Lawan ji pêkvejiyan û parastina mafên jinan û niştîmanperwerî pêk hatine

Navenda Nûçeyan (K24) - 71 sal bi ser damezrandina Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê re derbaz dibin. Sikirtêrê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê di derheqa kar û çalakî û bernameyên wê yekîtiyê de çend peyaman ji K24ê re radigehîne.
Sikirtêrê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê Meyser Nihêlî îro (Yekşem, 18.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Kar û bernameyên Yekîtiya Lawan li ser bingeha rêbaza Barzan hatine avakirin, ku ji pêkvejiyan, parastina mafên jinan, parastina jîngehê, niştîmanperwerî û Xudênasiyê pêk hatine”.
Sikirtêrê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê herwesa ragehand, “Kar û çalakiyên me di warê rewşenbîrî û hunerî û astengên girêdayî lawan de ne, xasma pirsa belavbûna madeyên hişber ku mixabin li Herêma Kurdistanê bûye diyarde”.
Meyser Nihêlî herwesa behs kir, “Em bizavê dikin civakeka tendirustî ji bo parastina niştîmanî bi rêya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê çê bikin”.
Navbirî herwesa got, “PDK partiyeka niştîmanî siyasî ye, lewma kar û bernameyên Yekîtiya Lawan jî her bi wî arasteyî ne”.
Cîgirê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 18.02.2024) peyameka pîrozkirinê bi helkeftina 71 saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê belav kir, ku tê de hatiye, “Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê rolekê giring û dîrokî yê geş di bidestxistin û parastina mafên xwendekar û lawan û pêşxistina hizira niştîmanperwerî û pêşvebirina şiyan û astê zanistî yê xwendekaran û lawên Kurdistanê û parastina destkeftiyên niştîmanî de heye”.