Saîr Beyatî: Ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo Suneyên Îraqê ezmûneka pêşeng e

Kerem Xezelî: Çêbûna herêmeka nû, yanî parçekirina Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mijara herêmkirina deverên Suneyan ji aliyê Suneyên Îraqê ve dîsa hatiye nûkirin û rengevedan di navbera Sune û Şîeyan de li Îraqê çê kirine. Emîndarê Bereyê Xilasiya Îraqê Saîr Beyatî û Endamê Tevgera Hîkmeyê Kerem Xezelî ji K24ê re dîtin û nerînên xwe li ser wê mijarê diyar dikin.

Emîndarê Bereyê Xilasiya Îraqê Saîr Beyatî ji K24ê re ragehand, “Sune dixwazin di çarçoveya qanûn û destûrî de herêmekê ji xwe re çê bikin, ji bo ku koçkirina bizorî ya Suneyan bidawî bînin, herwesa bajaran jî ji bin destê komên Heşda Şeibî rizgar bikin”.

Emîndarê Bereyê Xilasiya Îraqê amaje da, “Zêdetirî 700 hezar awareyên Sune li Herêma Kurdistanê hene, bi baştirîn awa serederî pê re tê kirin. Ev deh sal in em daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku çareyekê ji bo rewşa me bibînin, lewma me daxwaz kiriye herêmeka wekî Herêma Kurdistanê ji bo me jî bê çêkirin. Em hêvîdar in pêngaveka wekî Herêma Kurdistanê bê avêtin û herêmeka Erebî ji me re bê çêkirin”.

Saîr Beyatî got, “Bajarên me wêran bûne û keftine bin kontirola komên çekdar, lewma herêmbûn dê arêşeyên me çare bike û em dê ji gendeliyê, terorê û komên milîşyayan dûr bikevin”.

Navbirî herwesa behs kir, “Ev 20 sal in pêkhata Suneyan li Îraqê tê armanckirin, ji ber ku Şîe dixwazin tola rijêma berê ya Îraqê ji Suneyan vebikin”.

Emîndarê Bereyê Xilasiya Îraqê di derheqa Herêma Kurdistanê de got, “Ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo Suneyan ezmûneka pêşeng e, tiştê ji hemiyê giringtir jî ew e ku ew ewlehî û seqamgiriya li Herêma Kurdistanê heye, li Îraqê nîne”.

Amaje jî da, “Pêdivîtiya me bi wê yekê heye ji Herêma Kurdistanê fêr bibin ku çawa dewletê bi rê ve bibin”.

Kerem Xezelî: Çêbûna herêmeka nû, yanî parçekirina Îraqê

Endamê Tevgera Hîkmeyê Kerem Xezelî jî Ji aliyekê dî ve ji K24ê re ragehand, “Di destûrê Îraqê de mijara herêmkirina parêzgehan heye û tiştekê asayî ye, lê divê di rêyên qanûnî re derbaz bibe”.

Wî endamê Tevgera Hîkmeyê got, “Milîşyayan Îraq kontirol nekiriye, Heşda Şeibî pareka dezgeha ewlehiyê ya Îraqê ye û biryaran ji Sûdanî werdigire û ew milîşyayên ji qanûnê derkeftî nînin”.

Kerem Xezelî amaje da, “Çêbûna herêmeka nû, yanî parçekirina Îraqê. Herwesa li hemî deverên Îraqê seqamgiriyeka siyasî heye ku bûye sedema seqamgiriyeka baş a ewlehiyê”.

Navbirî herwesa got, “Hindek xelkê derve li Îraqê heye ku dixwaze rewşa deverên Îraqê têk bide, herwesa pareka kêm a Suneyan daxwaza herêmkirina devera xwe dikin”.

Wî endamê Tevgera Hîkmeyê behs jî kir, “Em di vê rewşa niha ya Îraqê de wê daxwazê red dikin, ji ber ku DAIŞ hêşta li ser wan deveran gef e, lewma divê ew dever li bin desthilata artêşa Îraqê bimînn ji bo ku parastî bin”.

Her dîsa jî got, “Deverên Îraqê ji nû hatine azadkirin, pêdivî ye hikûmet li destpêkê wan deveran avedan bike û arêşeyan çare bike. Herwesa divê bingeheka baş bê çêkirin, paşî wê demê behsa çêkirina herêmekê bikin”.

Fly Erbil Advertisment