Kanada zêdetirî 800 dronan ji Ukraynayê re dişîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê radigehîne, welatê wî zêdetirî 800 dronên SkyRanger R70 ji Ukraynayê re dişîne.
Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê Bill Blair îro (Sêşem, 20.02.2024) ragehand, “Kanada zêdetirî 800 dronên SkyRanger R70 ji Ukraynayê re dişîne, ku bihayê wan zêdetirî 95 milyon dolaran e”.
Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê amaje da ku, Bihara bê dê dest bi şandina wan dronan bikin, herwesa dê ji bo berhingarbûna êrîşa neqanûnî ya Rûsyayê arîkariya Ukraynayê bikin.
Piştî civîna heftiya borî ya wan welatan ên ku arîkariyên serbazî ji bo Ukraynayê dikin, her di wê civînê de destpêkirina karê Hevpeymaniya Rêpîvanê ragehand, ku li ser pêşengiya Latviyayê pêk hatibû û nêzî 20 welatan vedigire, ku piraniya wan endamên NATOyê ne.
Li roja 24ê Şibata 2022ê, artêşa Rûsyayê bi biryara Vladimir Putin operasiyoneka serbazî li dijî Ukraynayê dest pê kir. Tevî ku Moskoyê dixwast metirsiyên li ser ewlehiya welatê xwe dûr bike, lê roj bi roj meydana wî şerî berfirehtir dibe û çirîskên wî agirî ji sinorên Rûsyayê derbaz bûne û zirar gehandiye çend deveran jî.
Ji destpêka wî şerî were, Rûsya û Ukrayna berdewam amarên şerî belav dikin û hejmarên her du aliyan jî cudahiyeka berçav heye.