Dr. Hîwa Mecîd: Avakirina herêmên federal dê pirsgirêkên Iraqê çareser bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser gotinên Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqî Fayîq Zêdan ên li dijî avakirina her herêmekê di pêşerojê de, pisporekî pêwendiyên navdewletî dibêje: Daxuyaniyên Zêdan ne destûrî ye û madeyên 116 heta 121 yên destûra Îraqê, behsa avakirina herêmên federal dike û desthilatên wan diyar dikin.

Berpirsê Beşê Peywendiyên Navdewletî li zanîngeha Selahedîn Dr. Hîwa Mecîd ji K24ê re ragihand, daxuyaniyên Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqî Fayîq Zêdan yên derbarê avakirina herêmên federalî li Iraqê de, li dijî wê sûnda ye ku behsa pabendbûna bi destûrê dike, ji ber ku Zêydan serokê bilindtirîn desteya yasayî ye.

Dr. Hîwa got, metirsî heye ku Heşda Şeibî û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê demografiya deverên Sunne biguherînin û Sunniyên Îraqî hest bi paşguhxistina xwe dikin, ji ber wê, çareseriya herî baş li Iraqekê ku di bin kontrola Îranê de ye, avakirina herêman e.

Dr. Hîwa tekezî li ser wê yekê kir: “Damezrandina herêmên federal, dê pirsgirêkên Iraqê çareser bike, ne ku wan aloz bike.”

Binpêkirin û cîbicînekirina madeyên destûrî ne tenê karê siyasetmedaran e, lê gihîştiye rayedarên herî bilind ên Iraqê, bi taybetî dezgehên dadweriyê û redkirina avakirina herêman ji aliyê Serokê Encûmena Dadwerî ve, gelek karvedan li pişt xwe anîn. Pispor dibêjin: Avakirina her herêmekê, karekî destûrî ye û eger ji aliyê sê encûmenên parêzgehan ve hat xwestin, divê bê cîbicîkirin.