Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xulên pîşesazî ji jinên Efrînê re vedike
Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li navçeya Mabata ya Efrînê xuleke pîşeyî ya fêrbûna dirûtinê ji jinan re vekir, deh jin di xulê de beşdar in. Li gorî berpirsên dezgehê, armanca ji vekirina vê xulê ew e, jinan fêrî pîşeyekê bikin, ta ku di pêşerojê de bikarin sûdê jê werbigirin û debara jiyana xwe bikin.
Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Hesen Reşîd ji K24ê re got: “Em wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê hewl didin li hemû nahiya û gundan xulên karên pîşesazî vekin. Em jinan bi riya rahêneran re fêr dikin dirûtinê, ta ku bikaribin di pêşerojê de debara jiyana xwe bikin.”
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo xizmetkirina xelkê herêmê bi hemû hewlên xwe kar dike ku alîkariyan pêşkêşî welatiyên bajar û navçeyên derdora wê bike, pîşeyên cuda fêrî welatiyan dike, ta ku bi dahata van karan debara malbatên xwe bikin.
Rahêner Fatime Henbaşo dibêje: “Ez jinan fêrî dirûtinê dikim. Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku piştevaniya me dike ku em bi vî karî bikin, ta ku jin mihtacî ti kesî nebin, bi taybet ku rewşa niha gelek zehmet e.”
Piştî erdheja 6ê Sibata 2023an ku ziyaneke mezin gihande herêma Efrînê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh alîkariyên mirovî gihandin Efrînê û gundên wê û ji wê demê ve bi belavkirina alîkariyan berdewam e.