Metro: Nefreta li dijî kemîneyan rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Metro dibêje, ew bi li hember kampanyaya nefretê ya li dijî kemîneyan dilgiran in, ku çend roj piştî biryara Dadgeha Federal ya hilweşandina kursiyên kotayan, zêde bûye. Herwiha bang li civaka Kurdistanê kir jî ku beşdarî vê kampanyayê nebin.

Piştî ku Dadgeha Federal hebûna 11 kursiyên kotayan yên Herêma Kurdistanê bi nedestûrî ragihand û betal kir, êrîşên li ser kêmneteweyên Herêma Kurdistanê bi awayekî eşkere li ser torên civakî tên belavkirin, heta gihîştiye wê astê ku kîn û nefreta li dijî wan tên nîşandan.

Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamegeran (Metro) di daxuyaniyekê de got, pêkhateyên etnîkî û olî di civaka Kurdistanê de rêz lê tê girtin û giyanê hevpejirandinê, lêborînê, pêkvejiyana aştiyane, bi ser kîn, tundrewî, tinekirinê de ketiye.

Navenda Metro dilgiraniya xwe li hember kampanyaya nefretê ya li dijî kêmîneyan nîşan da û bang li civaka Kurdistanê kir ku vê kampanyayê şermezar bike û nebe beşek ji gotarên medyayî û siyasî yên ku nefretê li dijî kêmîneyên etnîkî û olî li Herêma Kurdistanê dikin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, Metro rexneyên siyasî yên li hemberî rêjeya kutayan ji wê kampanyaya nefretê cuda dike û tekez dike ku zêdebûna li nîşandana dijayetiya li hember rêjeya kutayan, dibe hander ku êrîşên kesên nefretê dikin zêde bibin.

Navenda Metro dibêje: “Biryara Dadgeha Federalî ya hilweşandina kutaya kemîneyên etnîkî û olî, diviyabû bibe sedemek ji bo nîqaşên siyasî yên avaker, ne ku bibe sedemek ji nefretê li dijî wan pêkhateyan ku bedewiya civaka me berceste dikin.

Fly Erbil Advertisment