Wezîrê Xwandina Bilind: Divê em ji hemî aliyan ve rûbirûyî madeyên hişber bibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî radigehîne, “Divê em ji hemî aliyan ve rûbirûyî madeyên hişber bibin û li ser vê pirsê û ji bo baştirkirina rewşê arîkarên hikûmetê bin”.
Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed îro (Duşem, 26.02.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Piştî ku lijneyek ji aliyê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ve hat çêkirin ku divê wezaret erkên xwe destnîşan bikin ka em dikarin çi bikin û çawa bikin, me wekî Wezareta Xwandina Bilind û wê tîma wezaretê li gel tîma rêkxistina konfiransê hizir kir ku vê hevdîtinê çê bikin. Di dema bê de jî, me dê konfiranseka hevpar bi Wezareta Tendirustî û Lijneya Bala ya Berhingarbûna Madeyên Hişber û Bandorkerên Aqilî re hebe".
Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî got, “Divê ev pirs êdî bi rijdî bê wergirtin, divê hikûmet îmkanên madî û mirovî yên gelek baş jê re terxan bike. Eger em rêyê lê negirin, bi piştrastî ve ew dê rêyê li aramî û seqamgirî û avedankirinê bigire, lewma divê em bi zûtirîn dem rewşê kontirol bikin”.
Aram Mihemed amaje jî da, “Me li nav zanîngehan hejmareka şarezayên cuda cuda heye, ku dikarin gelek arîkariya vê pirsê bikin. Em hêvîdar in ev konfirans hemî şiyanên nav zanîngehan bi hev re girê bide, em bi hev re nexşerêyekê bi ser bixin û bikin pareka rêya xwe ya karkirinê û hikûmet jî bike pirojeyekê niştîmanî”.
Navbirî behs jî kir, “Divê me zûtir kar kiriba, zûtir hevparên nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê û derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêkxistinên civaka medenî û medyayan ve û bi şiyan û îmkanên xwe metirsiyên ku hene kêmtir bandor li ser rewşa civakî û jiyana ciwanên me heba”.
Weîzrê Xwandina Bilind herwesa got, “Divê em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re arîkar bin, ji bo ku vê pirsê baştir, mukomtir û çalakanetir bi aliyên peywendîdar ên nav vê holê re bi ser bixin”.