Serok Barzanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Mutehîdûn rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Partiya Mutehîdûn kir û her du aliyan rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Sibata 2024an pêşwazî Sekreterê Giştî yê Partiya Mutehîdûn Usame Nucêfî û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de gotûbêj li ser pêşhat û guhartinên navçeyî û rewşa siyasî ya Iraqê hatin kirin.