Li Bêgira Wanê erdhejek çê bû
Diyarbekir (K24) - Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Li Ser Erdhejan a Kandîliyê hat dayîn, îro li navçeya Wanê ya Bêgirê erdhejek bi pileya 4.2 çê bûye.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku erdhej îro seet 15:49 li Bêgira Wanê ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.
Li gorî wê daxuyaniyê, hêza erdhejê 4.2 bûye û kûrahiya wê jî 5 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.
Di derbarê ziyanên malî û canî de heta niha ji aliyê rayedaran ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Di 25ê Sibatê de ango 11 rojan beriya niha jî nêzîkî navçeya Erdîşê ya Wanê erdhejek bi pileya 4.0 çê bûbû û pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur bi peyamekê gotibû ku di erdheja sala 2011an de li vê herêmê xisareke berbiçav çêbûye.”