Bijîşkên Tirkiyeyê ji birrîna baca ji sedî 35 ne razî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê ji sedî 35 bac ji mûçeya bijîşkên malbatê tê birîn û ev e jî bareke giran li ser debara wan dike. Bijîşkên malbatê bi çalakiyekê diyar kirin ku, rêz li ked û pîşeya wan nayê girtin û mûçeya wan têra debara wan nake. Birîna bacê ji sedî 35 bareke giran li ser dahata wan dirûst kiriye û divê rêjeya bacê ji sedî 15 were kêmkirin.
Li Tirkiyeyê bijîşkên malbatê ev çar hefte ne bênavber li dijî baca ji sedî 35 ji mûçeyên wan tê birîn derdikevin û yek ji cihên çalakiya vê hefteyê jî li ber Navenda Saxlemiya Malbatê ya Zeynep Kamîl ya bajarokê Ûskûdarê bû.
Bijîşk di wê baweriyê de ne ko, di demekê de rûbirûyê qeyrana aborî ne û mûçeyên wan tera wan nake, bi bacên giran keda wan tê xwarin û rêz li pîşeya wan nayê girtin.
Bijîşkê Malbatê Dr. Emrah Kirimli got: “Digel ko em xizmetgûzarên hikûmî ne, serederiya bazirganiyê li me tê kirin. Cihên me yên karî wekî navendên bazirganiyê tê dîtin. Wekî ko em bazirgan bin ji sedî 35 bac ji mûçeya me tê birîn. Di demekê de ko qeyrana aborî heye, em rûbirûyê vê bacê dibin û debara me zehmettir dibe. Heta ko çaksazî li ser vê pirsê were kirin em dê bênavber dirêjî bidin çalakiya xwe.
Li gor bijîşkan ji ber arêşeyên pergala tendûristiyê ew zêdetir kar dikin û ger çaksazî li ser pirsa bacê neyê kirin di egera valahiyekê beşa bizîşkên malbatê de dê barê li ser milê wan jî girantir bibe.
Bizjîşk Hatîce Yayla dibêje: “Ev bac, di rastiyê de ji mûçeya me tê birîn. Ev pişka bacê ya di nav pergala bizîşkiya malbatê de li gor mehan her zêde dibe. Ji sedî 20î destpê dike û heta digihije ji sedî 35ê. Ev e hem ji mûçeya me hem jî ji dahat xanenişîniya me kêm dibe. Ji ber van bacan jî çi sûda zêdekirina mûçeyên me namîne û dahata me dihele.”
Di nava du salên dawî de bacên ko ji mûçeyên bizîşkên malbatê hatine birîn ji sedî 116, lê dahata wan ji sedî 87 zêde bûye.
Li gor bizîşkan baca ko ji wan tê standin, ji bazirganan jî nayê standin. Lê ew bazirgan nînin û xizmeta saxlemiya mirovan dikin. Li şûna ko werin xelatkirin tên cezakirin.
