Meral Daniş Beştaş: Partiyên siyasî di dema hilbijartinan de serederiyeke nerim bi Kurdan re dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Kandîda Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan Dem Partî li Stenbolê radigehîne, “Di dema hilbijartinan de, tevaya partiyên siyasî li pey dengderên Kurd in”.
Kandîda Dem Partiyê Meral Daniş Beştaş got, “Di dema hilbijartinan de, aliyên siyasî serederiyeke nerim bi Kurdan re dikin ji bo ku dilê wan ji xwe re bibin”. Herwesa ragehand, “Gelê Kurd li Tirkiyeyê hatiye rêkxistin û siyaseta xwe bi xwe nas dike”.
Wê kandîda Dem Partiyê eşkere jî kir, “Hejamra herî zêde ya Kurdan li Stenbolê ye, lê xizmetkarî bi zimanê Kurdî nînin, lewma Kurd taybet li Stenbolê ne xwediyên nasnameya xwe ne”.
Pêştir Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan jî di kombûneke cemawerî de li parêzgeha Agirî ragehand, “Dem Partiyê û hevpeymanên wê pişta xwe bi PKKyê ve girê daye, di demekê de ku ev çend sal in li Perlemanê ne û çi çareserî ji bo parêzgeh û welatiyan nînin”.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tavaya aliyên siyasî xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan berhev dikin, ku biryar e li 31ê vê mehê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin.