New York Post: Dem hatiye Amerîka li beranberî Kurdan pabendî sozên xwe be
Navenda Nûçeyan (K24) - New York Post gotarek bi navnîşanê “Piştî dîrokeke pirî tundûtîjî ji aliyê Îraqê ve, niha pêdivîtiya Kurdan bi lênêrîna Amerîkayê heye” belav kiriye. Di wê gotarê de, her du nivîser David Harris û Mecîd Gilî zêdebarî hildana perdeyê ji ser çend tawanên dijî neteweya Kurd û bêdengbûna Civaka Navdewletî dibêjin, “Gelo dema wê yekê nehatiye ku Amerîka pabendî sozên xwe yên li beranberî Kurdan be û êdî kêmtir bi gotinên wê Îraqê bike ya ku ji aliyê Îraqê ve hatiye kontirolkirin?”.
Di wê gotarê de amaje hatiye dan ku, êrîşa kîmyayî ya li ser Helebceyê pareka wê êrîşê bû ya ku li dawiya sedsala borî li dijî wan neteweyan hat destpêkirin ên ku ne Ereb in, lê piştî ku Sedam gehişt ser desthilatê, ew êrîş tundtir bûn, ji ber ku neteweya Kurd xwediya dîrokeka bi hezaran salan e li deverê û qet qebûl nekiriye destan ji nifş û neteweya xwe berbide, her vê yekê jî wesa kiriye ku Rijêma Îraqê bi hemî awayan bizavê ji bo nehêlana wê bike.
Her du nivîseran ron jî kiriye, “Daxwaza neteweya Kurd ji mêj ve serxwebûn û dewletbûn e û heta niha jî berdewam e, lê dewleta Îraqê welatekî destçêkirî ye û piştî şerê yekê yê cîhanî ji aliyê zilhêzên rojavayê ve nexşeya wê hatiye danan, bi vî awayî jî bi milyonan Kurd ji wî mafî hatine bêbarkirin û wekî kêmanî di navbera Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê de hatine parvekirin û rûbirûyî sivkatî û serkutkirinê bûne”.
Harris û Gilî dipirsin, “Gelo çima serkirdeyên rojavayê zêdetir piştgiriya hevgirtina dewleta Îraqê dikin ku heta niha jî nekariye tiştekî wesa pêşkêşî rojavayî bike, lê Kurdistaneke serbixwe wekî dewletek dikare gelek destkeftî ji bo rojavayî hebin?”.
Herwesa dipirsin, “Li sala 2017ê referendum ji bo serxwebûna Kurdistanê hat kirin û 93% ya xelkê Herêma Kurdistanê dengê xwe bi serxwebûn û azadiyê da. Verêja wê çi bû? Bexda, ku zêdetir û zêdetir nêzî Îranê dibû, êrîşeke serbazî kir ser Herêma Kurdistanê û paştir jî nîv dorpêçeka aborî ya giran li ser Herêma Kurdistanê kir”.
Rengvedan çi bûn? Bêdengî; ji vê jî xirabtir, di nav binav hevpeymanên Kurdan de, xwe li Waşintonê jî, dihat bihîstin ku divê li dijî referanduma Kurdistanê rabiwestin. Rengvedan ew bûn ku seqamgiriya Îraqê wekî welatek bê parastin û daxwazên Kurdan jî bên piştguhxistin.
Her du nivîseran peyamek arasteyî Amerîkayê kiriye û nivîsiye, “Li Rojhilata Navîn, êdî, pêdivîtiya Amerîkayê bi Kurdan heye, di eynî demê de Amerîkayê çi deman wekî hevalekî temaşeyî Kurdan nekiriye. Di serdema şerê dijî DAIŞê de, Kurd hêza serekî ya dijî DAIŞê bûn, lê qedirzaniya Amerîkayê gelek venekêşa”. Herwesa dipirsin, “Gelo DAIŞ dîsa serê xwe hil dide? Gelo pêdivîtiya Amerîkayê ji bo şkandina wê rêkxistinê dubare bi Kurdan çê dibe?”
Li dawiya wê gotarê jî her du nivîseran tekez kiriye, “Vêca pirsyar ev e, gelo dem nehatiye ku Amerîka zêdetir li beranberî Kurdan berpirsyarîtiyê nîşan bide û li ser sozên xwe pabend bibe? Gelo dem nehatiye ku kêmtir bi gotina wê Îraqê bike ya ku ji aliyê Îranê ve hatiye kontirolkirin?”.