Mihemed Hacî Mehmûd: Divê her kesek qewareya Kurdistanê biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê got, erkê her takekî Kurdistanê ye ku qewareya Herêma Kurdistanê biparêze.

Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê îro 4ê Nîsana 2024an kongreya xwe ya heştemîn girê da û Mihemed Hacî Mehmûd careke din wek serokê wê partiyê hate hilbijartin.

Mihemed Hacî Mehmûd di civîneke çapemeniyê de ragihand, erkê her takekî Kurdistanê ye ku qewareya Herêma Kurdistanê bi hikûmet, parlamento û desthiladariya dadweriyê biparêze û parastina wan erkekî exlaqî ye li ser milê takekî Kurdistanê.

Amaje bi wê jî kir: “Em bi hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê re hevpeyman in, ji bo bikarin destkeftên gelê xwe, hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlamentoyê biparêzin.”

Herwiha got: “Em bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî parastina welatê xwe dibin, da ku serkeftin ji bo gelê Kurdistanê misoger bikin, jiyana gelê Kurdistanê baştir bikin.”

Fly Erbil Advertisment