Serokê CHPê: Em bûn partiya yekemîn a Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî hilbijartinên şaredariyan, partiyên siyasî yekem civînên fraksiyonên xwe li Parlamentoya Tirkiyê encamdan. Hevseroka Dem Partiyê da xuyakirin, ew ji niha ve amadekariyan ji bo hilbijartinên 2028an dikin. Serokê CHPê jî dibêje, ew bûne partiya yekem a Tirkiyeyê û êdî hemû Tirkiyeyê hemêz dike.

Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê partiyên siyasî yekem civînên xwe yên fraksiyonan encam dan. Serokê Giştî yê CHPê dibêje, CHP êdî partiya yekem ya Tirkiyeyê ye û hemû aliyên Tirkiyeyê hemêz dike.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de, me rêjeya sedî 38 bidest xist û em bûn partiya yekemîn. Niha sedî 65’ê nifûse û sedî 80’ê aboriyê Tirkiyê di desthilatiya şaredariyên CHPê de ye û divê em xizmetê bikin. Di sedsalê duyemîn ya Komarê de emê çawa partiya xwe bikin desthilat, em li ser vê kar dikin.”

Hevseroka DEM Partiyê da xuyakirin, serkeftina DEM Partî ne tenê li Bakurê Kurdistanê şandina qeyuman bû, di heman demê de bandor li seranserê Tirkiyê kirine.

Hevseroka Dem Partiyê Tulay Hatîmogullarî got: “Hevbeşên AKP û MHPê, bi hemû derfetên dewletê û hemû sextekariyan karîn vê encamê bidest bixin. Ev jî nîşan dide êdî rêya ku ev rejîm biçe nemaye. Gelên me, 31’ê Adarê ji nijadperestî û înkar û bêdadiyê re gotin rawest e. serkeftina DEM partî ne tenê şandina qeyuman e. Gelê me bi helwesta xwe arasteya nexşeya nû ya Tirkiyeyê diyar kir.”

Herwiha got: “Gelê kurd di vê hilbijartinê de li dijî plana çokdanînê ya li dijî wî gotiye ku ‘çi dibe bila bibe em ê xwedî li vîna xwe derkevin’. Bila ev were zanîn ku plana çokdanînê ya desthilata AKP’ê ya li ser gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din têk çûye.”

Hevbeşê desthilatê Dewlet Bahçelî aliyek li CHPê dide ku bi serkeftina şaredariyan xewna desthilatê nabînin, aliyê din Jî daxwaza girtina DEM Partiyê dike.

Serokê Giştiyê MHPê Dewlet Bahçelî got: “Desthilat bê şert û merc a milet e. Lê 13 milyon dengderan deng nedane. Wate, îradeya miletê bi temamî derneketiye holê. Divê hilbijartinên şaredarî wek yên giştî neyên dîtin. Take desthilat heye ew jî kabîneya serokomarî ye.”

Li gor rapirsiyên piştî hilbijartinê jî, di hilbijartineke pêşwext de CHP li pêş AK partî ye, rêjeya dengên DEM Partî zêde dibe û dengên MHP û Îyî Partî her ku diçin dikevin.