20 sal in xelkê Bokanê bikomî werzişa sibê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 20 salan in welatiyên bajarê Bokanî yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo werzişa danê sibê li parkan kom dibin. Niha, bi dehan mêr û jin her sibe li pênc cihên bajêr, bi rahênerên xwebexş re werzişê dikin.
Rahênerê werziş ê xwebexş Hemîd Ehmedî dibêje: “20 sal berê min bi tena serê xwe li vir dest bi werzişa sibê kir û hêdî hêdî kesên ji her du zayendan li dora xwe kom bûn. Niha jî li 5 cihên cuda werzişa sibê tê kirin.”
Niha piştî du dehsalan ji hewlên berdewam, welatî her sibeh li kêleka çemê Bokanê û li çar cihên din ên bajêr kom dibin û li gel guhdarîkirina mûzîka Kurdî, werzişê dikin.
Ev çalakiyên werzişî bêpere ne û rahêner jî niha zêde bûne û werzişvanan bêpere perwerde dikin. Ji bilî werzişên sibê, ev kom rojên hefteyê bi hev re diçin çiyageriyê, deverên geştyarî û sirûştî yên Kurdistanê.
Welatî Cefer Mirotî jî got: “Di destpêkê de em sê-çar kes bûn ku li ser vê pirê dest bi werzîşê dikir. Niha jî bûye komeke mezin. Em ji bilî vê werzişê jî, diçin çiya û zozanan.”
Tiştê ku herî zêde di vê werzîşa girseyî de balê dikişîne, beşdarbûna girîng û aktîf a jinan e. Berî bîst salan dema mêran dest bi werzîşê kirin, bi şermokî nêzî wan dibûn, lê rahêner Hemîdî birêz gazî wan kir û ew han dan ku berdewam bin.
Werzişvana jin a Bokanê Nazdar Dastpeyman dibêjeg: “Di destpêkê de em 8 jin bûn û her tim diçûn seyranê. Paşê me dît ku ev rahêner bi çend zilaman re li ser pira çemê Bokanê werzişê dike û gazî me kir.”
Li Bokanê werzişa sibê bi salan bûye beşek ji çanda giştî ya civakê. Her sibe bi sedan kes ji bo werzişê berê xwe didin parkan û werzişê dikin.