Rêkarên ewlehiyê li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê tên kêmkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, tedbîrên ewlehiyê li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê ji bo hêsankirin û baştirkirina xizmetguzariyan bo geştiyaran, dê di dawiya meha Hezîranê de bên kêmkirin.
Ofîsa Wezîrê Veguhastinê Rezzaq Mihêbis Seidawî di daxuyaniyekê de ragihand, rewşa ewlehiyê li Bexdayê niha aram e, ji ber vê yekê êdî pêwîstî bi zêdebûna tedbîrên tund ên ewlehiyê di hundirê Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê de nemaye.
Pêngava yekem a çaksazî û hêsankirina rêkaran ew e ku rêwî tenê dê bikarin bi otomobîlên xwe yên taybet derbasî firokexaneyê bibin
Qonaxa duyemîn a sivikkirina tedbîran, girêdayî ketina welatiyan bo Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê ye ji bo pêşwazîkirina li mêvanan e.