Jiyar Celal: Tevaya Tîmên Şaredariyê di amadebaşiyê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Xizmetkariya Jîngeha Hewlêrê dibêje, “Hindî bandora vê pêla baranê berdewam be, Tîmên Şaredariyê di amadebaşiyê de ne”.
Birêveberê Xizmetkariya Jîngeha Hewlêrê Jiyar Celal ji K24ê re ragehand, “Tevaya çal û menholan hatine pakijkirin, herwesa tevaya Tîmên Şaredariyê di amadebaşiyê de ne”.
Jiyar Celal herwesa got, “Ew cihên ku axa wan lawaz bû, arêşeya pengiyana avê hebû lê piştî bicihanîna çend pirojeyan, arêşeyên wan hatine çarekirin”.
Navbirî amaje jî da, “Îro metirsî li ser çi cihên Hewlêrê nebû”. Tekez hî kir, “Hindî bandora vê pêla baranê berdewam be, Tîmên Şaredariyê di amadebaşiyê de ne”.
Duhî (Pêncşem, 02.05.2024) pêleke baranê Herêma Kurdistanê vegirt û zêdetir zirar gehandin Hewlêr û Kerkûkê. Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî pêşbîniyê dike ku ew pêla baranê berdewam be.
Pêştir jî Pişka Pêşbîniyan a Birêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragehandibû, “Roja Înê asman dê bi temamî ewr be û li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê barîna baranê û birûsk dê berdewam bin”.