Li Samandaxa Hatayê erdhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Li Ser Erdhejê ya Kandîllîyê ve hat ragihandin ku, şevêdî li herêma Çûbûkçûya Samandaxê ya ser bi Hataya Bakurê Kurdistanê ve erdhejek çê bû.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ku, şevêdî saet di 21:23an de li herêma Çûbûkçûya ser bi Samandaxê ve erdhejeke bi hêza 3.8an çê bûye.

Hat diyarkirin ku, kûrahiya wê erdhejê 9 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin. Heta niha di derheqa zirarên canî û malî yên vê erdhejê de çi agahî nehatine dayîn.