Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî behiya hevjîna Fuad Husên bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê beşdarî behiya hevjîna Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 5ê Gulanê li Hewlêrê beşdarî behiya hevjîna Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bû.

Carolina Montessori, hevjîna Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, roja 7ê Nîsana borî koça dawiyê kiribû.