Hevserokên DemPartiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kirin

Hevserokên DemPartiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kirin
Hevserokên DemPartiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kirin

Diyarbekir (K24) - Hevserokên DemPartiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kirin û di serdanê de daxwaza serkeftinê ji rêveberiya nû re kirin û her wiha diyarî bo hevserokên DemPartiyê hatin pêşkêşkirin.

Hevserokên DemPartiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kirin, hevserokên DemPartiyê ji aliyê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bûcak û Dogan Hatun ve hatin pêşwazîkirin.

Hevserokên DemPartiyê cara yekem e ku piştî hilbijartinan serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kirin û di serdanê de amaje kirin ku ew di wê baweriyê de ne ku dê şaredarî ximzeteke ku layîqê xelkê be pêşkêş bike û bi şaredarîtiyek zelal û demokratîk xizmeta xelkê bike.

Di serdanê de ji aliyê Serra Bûcak û Dogan Hatun ve bo hevserokên DemPartiyê diyariyên ku remzên Diyarbekirê li ser hatine nexşandin pêşkêş kirin.

Fly Erbil Advertisment