Bikaranîna madeyên hişbir li Iraqê gelekî zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteserkirina zêdetir ji 1.4 milyon hebên Captagonê, pirsan li ser metirsiya zêdebûna bikaranîna madeyên hişber li Iraqê derdixe holê.

Diyardeya tiryakê gihiştiye asta rekorê. Piştî desteserkirina 1.4 milyon hebên Captagon di operasyoneke Wezareta Navxwe ya Iraqê de, pispor dibêjin, tevî gelek sedeman, lê nebûna piştgiriyeke baş di nava hikûmetê de, sedema sereke ya geşbûna wê diyardeyê ye.

Pisporê ewlehiyê Elî Sahib got: “Hinek peyman hene ku dibe hin siyasetmedarên xwedî desthilat li pişt bin, rê didin anîna madeyên hişbir. Ev jî belgeya têkçûna dezgehên çavdêriyê ye, eger hikûmet di zûtirîn dem de vê pirsgirêkê çareser neke, dibe ku rewş xirabtir bibe.”

Wezareta Navxwe ya Îraqî dibêje, wê pêşketineke berdewam di jinavbirin û girtina torên bazirganî yên navdewletî yên madeyên hişbir li Îraqê de bidest xistine, herwiha miqdareke mezin ji madeyên hişbir hatine desteserkirin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Emîd Îmad Mîrî dibêje: “Captagon ji hemû madeyên din bêtir hatiye desteserkirin, piştre jî krîstal û madeyên din. Me karekî baş di şerê li dijî madeyên hişbir de kiriye û rewş bi temamî kontrol kiriye, lê hîn jî em rastî kêşe û metirsiyan tên.”

Desteserkirina miqdareke mezin ji madeyên hişbir, belgeya mezinbûna kêşeya ku civak tê de ye nîşan dide, ji ber ku ev pirs ne tenê pêwîstiya wê bi destêerdana ewlekarî heye, belkû pêwîstiya wê bi şoreşek civakî heye ku bandorên wê ji holê rake.