Dadgeha Federalî Komisyonê bi rawestandina rêkarên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pabend dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê di bersiva skalayeke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de fermaneke bilez derxist bi merema bicihanîna benda duyê ya madeya duyê ji sîstema tomarkirin û pejirandina lîsta kandîdên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê.

Li dû wê fermanê, Komisyon bi rawestandina bicihanîna benda duyê ya madeya duyê ji sîstema tomarkirin û pejirandina lîsta kandîdên hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê hejmar 7 a sala 2024ê pabend e.

Di wê bendê de hatiye: Perlemana Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê ku li ser çar bazineyên hilbijartinan tên parvekirin (Parêzgeha Hewlêrê 34 kursî, Parêzgeha Silêmaniyê 38 kursî, Parêzgeha Dihokê 25 kursî û Parêzgeha Helebceyê jî 3 kursî).

Di wê fermana Dadgeha Federalî de tekez hatiye kirin ku, heta sklaya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tê yekalîkirin, bicihanîna wê bendê tê rawestandin. Ev jî bi merema dûrkeftina ji verêjên bicihanîna wê bendê, ku li paşerojê çarekirina wê dê giran bibe.

Ji bo wê meremê jî amajeyê dide naveroka skalaya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmareke qanûn û biryarên dadgehê û herwesa madeya destûrî ku di naveroka wê skalayê de amaje pê hatiye dan jî li ber çav werdigire û piraniya wan peywendî bi pişka pêkhatan ve heye, wekî: Dana desthilatê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinên Îraqê li dû biryara 185ê ya federalî li roja 21.02.2024ê ya dadgehê ji bo diyarkirina bazineyên hilbijartinan bingeha wekhevî û dadperweriyê li beranberî pêkhatan binpê dike, ku di destûrî de tekez li ser hatiye kirin.

Herwesa amaje daye: Bêparkirina pêkhatan bi rêya nehêlana kursiyên kutayan berovajî bingeha derfetên wekheviyê ye, ku di destûrî de ji bo tevaya pêkhatên cuda cuda yên Îraqê wekî yek hatiye gerentîkirin.

Herwesa tê de hatiye: Madeya 14ê ya Destûrê Îraqê tekezê dike, hemî Îraqî li beranberî qanûnê û bê cudahiya nifş, netewe, dîn, nejad, mezheb û bîr û baweran an jî rewşa aborî û civakî wekhev in, nehêlana kursiyên kutayan bingehên wê madeyê binpê dike.

Di madeya 15ê ya Destûrê Îraqê de jî hatiye: Her kitekesekî mafê jiyan û ewlehî û azadiyê heye û li dû qanûnê nabe ji wî mafî bê bêparkirin, an jî qeyd û bend jê re bên çêkirin, lewma nehêlana kursiyên kutayan berovajî wê madeyê ye.

Benda Cîmê ya madeya duyê ya Destûrê Îraqê jî tekezê dike: Nabe çi qanûnek bê derxistin ku dijî wan maf û azadiyên destpêkî be yên ku di vî destûrî de hatine, ev jî gomanê dixe ser nehêlana kursiyên kutayên pêkhatan.

Herwesa benda duyê ya madeya yekê û benda heştê ya madeya heftê ji qanûna edilandî ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê tekez dikin ku parastin û berevanîkirina ji maf û berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê erkê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ye, ku li beranberî Dadgeha Federalî tana xwe pêşkêş bike.

Fly Erbil Advertisment