Li Diyarbekirê bi çalakiyên cuda cuda pêşwaziya roja Zimanê Kurdî tê kirin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê rêxistinên çand û ziman ên Bakurê Kurdistanê ve bi daxuyaniyeke hevpar hat amajekirin ku dê ji bo 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî çalakiyên cuda cuda ji 11ê Gulanê heta 1ê Hezîranê werin lidarxistin.

Li Diyarbekirê di hewşa Navenda Çandê Ya Dîcle-Firatê de bi daxuyaniyeke hevpar a rêxistinên çand û zimanê kurdî yên Bakurê Kurdistanê bernameya pîrozbahiyên 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî hat aşkerekirin.

Bernameya Kurmancî ji aliyê Serokê Komeleya Lêkolînê Ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya Diyarbekir Rifat Ronî ve ya zazakî jî ji aliyê Berdevka Komîsyona Ziman a DemPartiyê Cemîle Turhalli ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku dê bi çalakiyên cuda cuda pêşwaziya Roja Zimanê Kurdî were kirin ku dê pîrozbahî 11ê Gulanê dest pê bikin û heta Hezîranê bidomin. Diruşmeya îsal a pîrozbahiyan “Her Dem Kurdî, Her Der Kurdî” ye.

Pişkdarên aşkerekirina rêrisma bernameya pîrozbahiyên Roja Zimanê Kurdî bang li kurdan kir ku bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn û her wiha bang hate kirin ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Fly Erbil Advertisment