Li Wanê hemî çalakî ji bo dema 6 rojan hatin qedexekirin
Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Wanê ragihand ku li nav sînorên Wanê ji 10ê Gulanê heta 15ê Gulanê anku ji bo dema 6 rojan hemî çalakî hatine qedexekirin.
Parêzgeriya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî ji malpera xwe ya fermî ragihand ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşan û parastina can û malê welatiyan ji 10ê Gulanê pê de 15ê Gulanê jî tê de ji bo dema 6 rojan hemî çalakî hatine qedexekirin.
Di wê daxuyaniyê de bal tê kêşan ku çalakiyên wek meşên xwenîşandanê, çalakiyên rûniştinê, vedana konan, vekirina standin, komkirina îmzeyan, rapirsî û belavkirina belavokan hatine qedexekirin, her wiha dê rê bi wan koman neyê dayîn ku ji derveyî Wanê hatibin û bi girseyî tevlî çalakiyan bibin.