Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijaran dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 12.05.2024) pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Letîf Cemal Reşîd kir.
Li dû ragehandineke Baregayê Barzanî, her du aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û deverê li hev guhertin û ronahî berda ser astengên di rêya piroseya siyasî û seqamgirî ya welatî de.
Wekî ku amaje pê hatiye dan, her di wê civînê de tekez li ser diyalog û hevahengî û karê hevpar ji bo çarekirina arêşeyan û mukomkirina peywendiyên navbera Hkûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê hat kir.