Cotyarekî Kurd: Pelkane bûye serbazgeh û artêşa Îraqê nahêle cotyar berhemên xwe bidirûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Cotyarên Kurd li Pelkaneyê di werzê dirûtina genimî de tûşî arêşeyan bûne, peyamnêrê K24ê li Kerkûkê di vî warî de dibêje, “Erebên hawirdekirî li gundê Pelkaneyê pabendî biryarên Bexdayê nabin û rêyê li cotyarên Kurd digirin ku berhemên xwe bidirûn”.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo got, “Erebên hawirdekirî li gundê Pelkaneyê çadir vedane û pabendî biryarên Bexdayê nînin, ku Serokatiya Civata Wezîrên Îraqê û Fermandeya Operasyonên Bexdayê ferman li Firqeya Heştê û Fermandeya Operasyonên Kerkûkê kiriye ku rêyê bidin cotyarên Kurd ku li Pelkaneyê berhemên xwe bidirûn. Cotyarên Kurd jî li benda bicihanîna wê biryarê ne”.
Hêmin Delo herwesa got, “Heta niha hêzên serbazî li Pelkaneyê mane, çadirên Erebên hawirdekirî jî bi rex wan hêzan ve ne. Li dû gotinên cotyarên Kurd, ev hêzên li Pelkaneyê ji bo parastina Erebên hawirdekirî hatine, lewma navbeynkariyê nakin belkî alîgiriya wan dikin û biryarên cihên di ser xwe de bi cih nayînin”.
Navbirî amaje jî da, “Heta niha rewşa Pelkaneyê wekî xwe ye, anKurd jî bersingê Erebên hawirdekirî girtiye. Cotyarên Kurd dibêjin: Eger di rojên bê de ev arêşe neyên çarekirina, em dê berhemên xwe bidirûn û çi rû dide bila rû bide”.
Nûnerê cotyarên wî sinorî ji K24ê re ragehand, “Rewşa Pelkaneyê gelek xirab e. Ew biryara ku ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve ji bo dirûtina berhemên îsal ên cotyarên Pelkaneyê hatiye dan, artêşa Îraqê wekî xwe bi cih nayîne, taybet Fermandeya Operasyonên Kerkûkê”.
Wî cotyarî herwesa got, “Artêşa Îraqê dixwaze hejmareke şertan li ser me bisepîne. Ji bilî bicihanîna qanûnê, em çi şertên dî qebûl nakin”.
Navbirî ron jî kir, “Hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê madeya 140ê bi cih neaniye, lewma arêşe heta niha wekî xwe mane”.
Herwesa cotyarekî dib ê Pelkaneyê got, “Pelkane bûye serbazgeh û xweşî ji bo xelkê gundî nehêlaye”.
Ev dema du heftiyan e artêşa Îraqê bi givaştinên Erebên hawirdekirî dirûtina berheman li cotyarên Kurd li sinorê gundên Sergeran û Pirdê qedexe kiriye û bizav ber bi dagirkirina erdê cotyarên Kurd li wî sinorî ve ne.