Wezareta Şaredarî û Geştyariyê pirojeyeke nû ya xizmetkariyan li Hewlêrê bi cih tîne

Wêne: Wezareta Şaredarî û Geştyariyê
Wêne: Wezareta Şaredarî û Geştyariyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Şaredarî û Geştyariyê destpêkirina pirojeyeke nû ya gehandina xizmetkariyan li zona B ya Heşta Hesarokê li bajarê Hewlêrê radigehîne.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Şaredariya Hewlêrê îro (Duşem, 13.05.2024) serdana Taxa Heşta Hesarokê ya bajarê Hewlêrê kir û destpêkirina pirojeyeke nû ya gehandina xizmetkariyan li zona B ya wê taxê ragehand ku ji îro ve tê bicihanîn.

Li dû ragehandina Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, ew piroje ji çêkirina cadeyan bi dirêjahiya 27 kîlometran pêk tê ku ji karê birîn û pirkirinê bi 420 hezar metrên sêcarkî ji bo 27 kîlometran ji cadeyên serekî yên 12M, 15M, 20M û 30M yên Heşta Hesarokê pêk hatiye.

Di çarçoveya vê pirojeyê de, ji niha û pêde kar li ser çêkirina 170 cadeyên wê zonê tê kirin ku nêzî 3500 parçeyên erdî dê feydeyî jê werbigirin.

Ji bo bicihanîna wê pirojeyê jî feyde dê ji şiyanên mirovî û amûrên Serokatiya Şaredariya Hewlêrê bê wergirtin. Herwesa gehandina xizmetkariyan ji bo zonên din jî dê berdewam be.

Fly Erbil Advertisment