Akrê.. Amadekarî ji bo parvekirina erdî li ser fermanberan tên kirin

Bilind Reza
Bilind Reza

Navenda Nûçeyan (K24) - Amadekarî ji bo destnîşankirin û parvekirina erdê akincîbûnê li ser fermanberên Herêma Kurdistanê berdewam in, erdên neh deverên Akrê û derdora wê ji bo parvekirinê hatine destnîşankirin.

Serokê Şaredariya Akrê Bilind Reza îro (Duşem, 13.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Em amadekariyan ji bo parvekirina nêzî çar hezar parçeyên erdî li ser fermanberan dikin, li wan her neh deverên Akrê yên ku erd lê berdestin”.

Serokê Şaredariya Akrê amaje jî da, “Me neh dever diyar kirine ku ji 1252 donemên erdî pêk tên, mimkin e bibin 200 parçeyên erdî”.

Bilind Reza herwesa got, “Pişka şêrî ji bo parvekirina erdî dê li Simaqokê be tevî rêya Alereşê, lê hemî pêkve çar hezar parçeyên erdî ji bo parvekirinê li ser fermanberan li ber destên me ne”.