Serokkomarê Îraqê û Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî li Koçka Komarî ya Îraqê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Îraqê û Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezê li ser giringiya hebûna mijara pêkvejiyanê di dersên dibistanê de dikin.
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd îro (Sêşem, 14.05.2024) li Koçka Komarî ya Îraqê bi Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî re civiya.
Li dû zanyaran, di wê civînê de tekez li ser hevahengiya navbera wezaretên perwerde, reşwnebîrî, geştyarî û şûnwaran de hatiye kirin, ji bo berhevkirina bernameyeke xwandinê ku mijarên rêzgirtina li pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhatan jî vedigire.
Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hemî ew çalakî ji bo Serokkomarê Îraqê berçav kirin ên ku nivîsîngeha wan ji bo belavkirina rewşenbîriya rêzgirtina li azadiyan û rêgirtina li bêrêzî û binpêkirinan kirine.