Dîndar Zêbarî û Xalid Şiwanî danûstandinan li ser bicihanîna raspardeyên navdewletî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Çarşem, 15.05.2024) bi Wezîrê Dad ê Hikûmeta Îraqê Xalid Şiwanî re civiya.
Li dû ragehandineke Nivîsîngeha Raspardeyên Navdewletî, Dîndar Zêbarî di wê civînê de pêdivîtiya hebûna hevahengiyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ji bo bicihanîna raspardeyên navdewletî li ser mafên mirovan tekez kir.
Di pareke din a wê civînê de wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Giringiya tevlîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wan civîn û danûstandinên li derveyî Îraqê di warê mafên mirovan de tên kirin wekî lihevkirinname û peymannameyên navdewletî û bicihanîna raspardeyên wan û pêşxistina wê mîkanîzma tê bicihanîn di çarçoveya Lijneya Niştîmanî ya Bersivdana Raport û Raspardeyên Navdewletî yên wan lihevkirinnameyên ku Îraq tê de endam e li ser mafên mirovan û mirovîhatin behskirin”.
Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizav ji bo bicihanîna rasprdeyên navdewletî kiriye, ji vî alî jî ve pêngavên berçav di warê derxistina qanûn û rênimayên mafên jin û zarokan û mafên pêkhatên tundûtîjiya malbatî û berhingarbûna teror, gendelî, madeyên hişber û madeyên ku bandorê li aqilî dikin û çend warên din de avêtine”.
Wezîrê Dad ê Hikûmeta Îraqê Xalid Şiwanî jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Zêdebarî bizavên pabendbûna li ser bicihanîna raspardeyên navdewletî yên mafên mirovan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê rûbirûyî hevrikiyên cuda cuda dibin ku di rêya bicihanîna raspardeyan de di gelek waran de asteng in wekî zanîna çarenivîsa kesên winda, berhingarbûna madeyên hişber û çend warên din”.
Wezîrê Dad ê Îraqê li ser giringiya hebûna hevahengiyê di navbera her du aliyan de got, “Di dema borî de astê hevahengiya navbera me qonaxên baş birîne û data û zanyar û têbînî û tevlîbûnên nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derve û navxweya Îraqê çalak û serkeftî bûn û temamkerên raportên Komara Îraqê bûn, ji vî alî ve pêdivî ye ev hevahengî bê pêşxistin”.