Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 1.69 milyar dînar di çend sektorên Kerkûkê de xerc kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çalakiyên xwe yên salekê di warê hevkarî û xizmetkirina sektorên Kerkûkê de eşkere kir.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro çarşemê (15.05.2024) çalakiyên xwe yên salekê di warê xizmetkirina beşên cuda yên Kerkûkê de ragihand.

Berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Kerkûkê Rêbiwar Mihyedîn ji peyamnêrê K24ê re ragihand, armanca vê çalakiyê ew e ku em çawa di warê rêxistinî de xizmeta wan kesan bikin ku pêwîstiyên wan bi xizmetkariyan hene.

Rêbiwar Mihyedîn got ku, ew ê bibin pirek di navbera kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye û kesên ku dixwazin alîkariyan pêşkêş bikin.

Herwiha diyar kir, wan di heşt beşan de, wek tendirustî, perwerde, xwarin û vexwarin û beşên din de kar kirine û 1 milyar û 690 milyon dînar di wan beşan de xerc kirine.