Konsulê Fransayê: Emê peywendiyên bazirganî yên Fransa û Herêma Kurdistanê bipêş bixin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê ragihand, peywendiyên siyasî yên navbera Parîs û Hewlêrê gelek bihêz in û got, ew dixwazin tevgera bazirganiyê jî zêde bikin.

Konsolê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem ji K24ê re got: “Ez gelek kêfxweş im ku serdana Jûra Bazirganiyê kir û bi serok û hemû endamên jûrê binasim. Gelek kar hene ku em bi hev re bikin.”

Yann Braem ji K24ê re got jî: “Em pabend in bi pêşxistina peywendiyên bazirganî di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de û ji bo vê yekê jî, divê sektora taybet li Herêma Kurdistanê li pêş be.”

Herwiha ragihand, peywendiyên siyasî yên navbera Parîs û Hewlêrê gelek bihêz in, lê ew dixwazin asta bazirganiya Fransayê li Herêma Kurdistanê zêde bikin, ew kar ji bo wê yekê dikin.

 

Fly Erbil Advertisment