DAIŞê li Kerkûkê êrişî hêzeke artêşa Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrişî artêşa Iraqê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, çekdarên DAIŞê li gundê Elawa Mehmûdî yê ser bi nahiya Dubizê ve êrişî hêzeke artêşa Iraqê kir û di encamê de leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirine.

Ev êrîş piştî wê tê, çekdarên DAIŞê di du rojên borî de li Diyala û Selahedînê êrişî artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kiribûn û di encamê de fermandarek û 4 leşkerên din hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Fly Erbil Advertisment