Dîndar Zêbarî bi Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê re dicive

Dîndar Zêbarî û Zêdan Xelef
Dîndar Zêbarî û Zêdan Xelef

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê danûstandinan li ser pêngavên bicihanîna biryareke Encûmena Ewlehiyê dikin.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi UNITADê re Dîndar Zêbarî û Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê û Serokê Lijneya Niştîmanî ya Hevahengiyê bi Tîma Neteweyên Yekgirtî ya Lidûçûna Tawanên DAIŞê Zêdan Xelef îro (Pêncşem, 16.05.2024) di civînekê de danûstandin li ser dawî pêşhatên di faîla dadgehkirina teroristên DAIŞê de kirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Hevahengiyê bi UNITADê re di wê civînê de ragehand, “Di çarçoveya bicihanîna biryara hejmar 2697 a Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend tîmên teknîkî ji dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê pêk anîne ji bo hevahengiyê bi UNITADê re di piroseya radestkirina wan belgenameyên ji aliyê UNITADê ve hatine komkirin. Ew tawanên DAIŞê kirine rasterast peywendî bi xelkê Kurdistanê ve heye û heta niha jî hejmareke zêde ya qurbaniyên DAIŞê û kesûkarên wan li Herêma Kurdistanê aware ne”.

Dîndar Zêbarî di derheqa radestkirina wan belgenameyan ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got, “Li dû vê mîkanîzmê, divê Nivîsîngehên UNITADê li Hewlêr û Dihokê wan belgeyên di vekolanên xwe yên taybet de bi dest xistine bidin destê dezgehên Herêma kurdistanê, ev jî dê alîkar be ji bo ku li paşerojê piroseya dadgehkirina teroristên DAIŞê li ser tawanên wan û danana çarçoveyeke qanûnî ya guncayî wekî belgenameyên peywendîdar feyde jê bê wergirtin”.

Serokê Lijneya Niştîmanî ya Hevahengiyê bi UNITADê re jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Di dema borî de hevahengiya me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di astekî bilind de bû û dê li paşerojê jî berdewam be”.

Zêdan Xelef herwesa got, “Me rasterast ji UNITADê re ragehandiye ku pêdivî ye hevahengî bi Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî re ji bo radestkirina belgenameyan û pêngavên daxistina nivîsîngehên UNITADê li Hewlêr û Dihokê bê kirin”.

Navbirî amaje jî da, “Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîmeke teknîkî pêk aniye û di dema bê de ji aliyê şarezayên UNITADê ve rahênan dê li ser çawaniya erşîfkirin û hilgirtina belgenameyan bi van tîman bên kirin, wekî ku bi tîmên Bexdayê hatine kirin”.