Li Iraqê 130 gorên bikomî hatine kolandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li Iraqê wek Roja Gorên Bikomî tê naskirin. Yekemîn gora bikomî ya li welêt, roja 16ê Gulana 2003an hat dîtin.
Li Iraqê her sal 16ê Gulanê wek Roja Gorên Biomî tê naskirin. Yekemîn gora komî di 16'ê Gulana 2003'an de hat dîtin, ji ber vê yekê jî, ev nav lê hat kirin.
Di serdema rejîma Beis de bi hezaran kes bi saxî hatin definkirin, ji wan jî 182 hezar Kurd in, ji ber wê jî Iraq weke welatê gorên bikomî tê naskirin.
Gorên bikomî yên li Iraqê, vedigerin serdema rejîma Beis a beriya sala 2003an, herwiha DAIŞê jî ji 2014an ve, gelek gorên bikomî li şûn xwe hîştin.
Derbarê gorên bikomî yên serdema Beis de û li gorî zanyariyên hikûmeta Iraqê, heta niha 95 cihên gorên komî hatine destnîşankirin. Ji wan 79 cih hatine kolan û 16 jê mane.
Di nava 79 cihên ku hatine kolandin de, 158 gorên bikomî hatine dîtin ku termên 4291 kesan tê de hatine dîtin.
Derbarê gorên bikomî yên serdema DAIŞê de, heta niha 121 cih hatine destnîşankirin, ji wan 51 cih hatine kolandin û 70 cih jî mane.
Di nava wan 51 cihan de, 130 gorên bikomî hatine vekirin ku termên 3079 kesan tê de hatine dîtin.
Bi giştî, berî û piştî sala 2003an, hejmara giştî ya cihên gorên bikomî li Iraqê 216 bû, ji wan 130 hatine kolandin û 86 jê mane.
Li 130 cihên ku hatine kolandin, 288 gorên bikomî hatine vekirin û termên 7370 kesan hatine dîtin.