Fermandarê Hêzên Estonî: Pêngavên Wezareta Pêşmerge dê bibe bingehek ji bo pêşketina hêzên Pêşmerge
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Hêzên Estonyayê li Herêma Kurdistanê dibêje, pêngavên Wezareta Pêşmerge ji bo yekgirtin û çaksaziyê, dê bibe bingehê guhertin û pêşketina hêzên Pêşmerge.
Ragihandina Wezareta Pêşmerge belav kir, Rêvebirê Çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge Lîwayê Endazyar, Nebez Selah bi Fermandarê Hêzên Estonyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Vesî, Şêwirmendê Karûbarên Wekheviya Zayendî li Encûmena Bilind a Jinan û Şêwirmenda Siyasî ya Konsulxaneya Giştî ya Hollandayê li Herêma Kurdistanê Shawn civiya.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Fermandarê Hêzên Estonî Kolonel Vesî ku di çarçoveya hêzên hevpeymanan de li Herêma Kurdistanê ye, behsa girîngiya projeyên proseya çaksaziyê li wezaretê kir. Herwiha proseya çaksaziyê bi pêngaveke girîng wesif kir û got, ev pêngavên Wezareta Pêşmerge dê bibe bingehek ji bo guhertin û pêşketina Hêzên Pêşmerge di paşerojê de.
Wezareta Pêşmerge ragihand, Şêwirmenda Wekheviya Zayendî li Encûmena Bilind a Jinan Shawn û Şêwirmendê Siyasî li Konsulxaneya Giştî ya Holendayê li Hewlêrê Jell, ligel Lîwa Nebez Selah guftûgo li ser karên wê tîma taybet kirin.