Li Herêma Kurdistanê ji serê salê ve 580 kes bi tohmeta madeyên hişbir hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka îsal ve heta niha, zêdetirî 500 kes bi tohmeta bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber girtine.

Tîmên Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir, tîmeke Wezareta Tendirustiyê û komîteyek li parêzgeha Hewlêrê, bi berdewamî serdana qehwexane û xwaringehan dikin, bi mebesta testkirina madeyên hişbir di titûna nêrgileyan de û kontrolkirina karmendên kafeterya û xwaringehan.

Karmend jî bi bi rêya pişknîna bijîşkî yên zanistî têne kontrolkirin. Her kesê ku bikarhêner e, rasterast di pişknînan de xuya bibe.

Karmnda Tendirustiyê û endama komîteyê Pena Mihemed ji K24ê re got: “Testên me ji bo hemû karmendên ku li kafe û xwaringehan dixebitin e. Em ji encaman haydar dibin û her kesê ku madeya hişbir bikar tîne, tekez di testên me de diyar dike.”

Komîteyên taybet hemû qehwexane û xwaringehan û titûna nêrguleyan kontrol dikin. Beşek ji titûnê bo taqîgehên mezin tê birin, ji bo ku were tespîtkirin ka madeya hişbir di titûna nêrguleyan de heye an na.

Berdevkê Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir li Herêma Kurdistanê Arkan Omer got: “Em tevlîheviya titûna nêrguleyan li kafeterya û xwaringehan kontrol dikin, da ku kafeterya û xwaringeh nebin navenda belavkirina madeyên hişbir. Di heman demê de em sozdana bi xwediyên kafeterya û xwaringehan didin îmezkirin, ta ku li gorî rênmayên Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbirê tevbigerin.”

Weke ku Arkan Omer gotiye, niyeta wan ew e ku Herêma Kurdistanê nebe navend û cihê bazirganiya madeyên hişbir û eger li cihekî madeyên hişbir were bikaranîn, em weke Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir, li dijî van cihan tedbîrên tund ên hiqûqî digirin.

Li gor amarên Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir, di çar mehên îsal de 580 tohmetbar hatine girtin, ji van 328 gumanbaran ev madeyên hişber kirîne û firotine û 76 kîlo madeyên hişbir hatiye desteserkirin.

Kampanya testkirina madeyên hişber ji bo karmendên kafeterya û xwaringehan, kampaniyeke berdewam e û armanca vê kampanyayê jî, parastina welatiyên Herêma Kurdistanê ji wan madeyan e.