Serokê Giştî yê PDK-Tê: Biryarên Doza Kobanî zulm e

Diyarbekir (K24) – Biryara Doza Kobanê ku di nav siyaseta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de wekî rojeva sereke ye, ji aliyê serkirdeyên Dem Partiyê ve rastî nerazîbûnan tê û ev nerazîbûn digel qedexeyan berdewam dikin. Rêveberên Dem Partî û Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê jî ji Diyarbekirê ev rewşa siyasî nirxandin û bang li rayedaran kirin ku hemû pirs bi rêyên aştî û demokrasiyê werin çareserkirin.

Doza Kobanê ku di sala 2014an de li ser tevger û peyamên 108 siyasetmedarên ku piştgirya xelkê Kobanê ya dema êrîşên DAIŞê kiribûn, hatibû vekirin û di biryara ku piştî 10 salan hat dayîn de bi giştî 407 sal û 7 meh sizayên girtîgehê; ji bo 5 siyasetmedaran biryara tahliyeyê, ji bo 12 siyasetmedaran biryara beraatê û ji bo 13 siyasetmedaran jî biryara berdewamiya girtinê hat dayîn. Rêveberên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî) yên Diyarbekirê jî ji ragihandina biryarê heta niha bi daxuyaniyan bertekan nîşan didin û hewil didin van bertekên xwe berdewam bikin.

Hevserokê Rêxistina Diyarbekirê ya Dem Partiyê Abbas Şahîn ji K24ê re got: “Hûn dizanin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî hatine qedexekirin. Her kes dizane ku ev biryarên ji aliyê parêzgaran ve tên dayîn, li dijî Qanûna Bingehîn in, lê dîsa jî ji bo ku pêşî li xwepêşandanên demokratîk bê girtin, serî li vê rêbazê didin. Me jî got ku li Tirkiyeyê pêdiviya herî mezin bi çareseriyeke demokratîk û jiyaneke hevpar heye. Di vê serdema ku asayîbûn çêdibû de destek ket navberê û agirê pêvajoyê gur kir. Armanc jî ew bû ku gel werin beranberî hev û gelê Kurd bi tenê bê hiştin.”

Di nav sizayên girtîgehê de ji bo Hevserokê HDPê yê berê Selahadîn Demîrtaş 42 sal, ji bo Hevseroka heman serdemê ya HDPê Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh û ji bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî 10 sal sizayên girtîgehê hatin dayîn ku bi taybetî ev siza rastî nerazîbûnên siyasî û civakî hatin. Rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye) jî wekî partiyeke Kurdî dixwazin ku hemû pirs bi rêyên demokrasiyê bên çareserkirin.

Serokê Giştî yê PDK-Tê Mehmet Emîn Kardaş dibêje: “Me hêvî dikir ku piştî girtina ewqas sal û deman, bihatana berdan lê mixabin berovajî vê çêbû. 40 sal, 30 sal, 18, sal, 10 sal siza. Bi rastyî ev nayê tehamulkirin û zilm e. Bi rastî me hêvî nedikir ku wisa bibe lê wisa çêbû. Divê em bizanibin ku ev ne ji îro de, bi sedan sal in wisa ye lê hîn Kurd hînî vê nebûne û xwe nas nekirine.”

Beriya biryara Doza Kobanê were eşkerekirin û piştî biryarê, li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên çalakiyan hatin ragihandin da ku ji bo ewlehiya civakî, pêşî li çalakiyên girseyî bê girtin. Siyasetmedarên Dem Partiyê jî îdia dikin ku ev biryar siyasî ye ji ber vê jî ew ê bêdeng nemînin.

Fly Erbil Advertisment