Ji ber rûdana keftina helîkoptera Reîsî, Biden destûriya xwe radiwestîne û vedigere Koçka Spî

Joe Biden
Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber rûdana keftina helîkoptera Serokê Îranê, Serokê Amerîkayê destûriya xwe bidawî tîne û vedigere Koçka Spî.

Li dû nûçeyeke malpera Sky Newsê ya Brîtanyayî, “Ji ber rûdana keftina helîkoptera Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û windabûna wî û şandeke Îranê, ku tevlî merasîmêm vekirina bendavekê di navbera Îran û Azerbaycanê de bûbûn, Serokê Amerîkayê Joe Biden destûriya xwe bidawî anî û vegeriya Koçka Spî”.

Koçka Spî di vî warî de radigehîne, “Raportên girêdayî rûdana keftina helîkoptera Reîsî li ber destê Joe Biden hatine danan”.

Berpirsekî Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ji Sky News a Brîtanyayî re ragehand, “Serokên Erkanên Artêşa Amerîkayê bi Fermandeyê Navendî re ji bo lidûçûna rewşa Îranê li ser xetê ne”.

Tilevizyona fermî ya Îranê îro (Yekşem, 19.05.2024) ragehand, “Helîkoptera Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî bi zorî kariye dade”.

Wê çavkaniyê ron jî kir, “Ew rûdan ji ber xirabiya keş û hewayê bû”.

Medyayên Rûsyayê di vî warî de ragehandiye, “Helîkopterek ku Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de bû li nav axa Rûsyayê keftiye xwarê”.

Eynî çavkaniyê amaje jî daye, “Heta niha çi zanyar nînin ka zirarên canî hene an na”.

Wezareta Navxwe ya Îranê jî di vî warî de belav kir, “Tîm bi rêyê ve ne ji bo ku bigehin cihê wê rûdanê”.

Çavkaniyên Îranî jî amajeyê didin, “Çi peywendî bi wê helîkopterê re nemane û tilefonên tevaya swarên wê jî daxistî ne”.

Berdevkê Hikûmeta Îranê dibêje, “Heta niha çi zanyar li ser çarenivîsa Serokê Îranê û hevalên wî li ber destê me nînin”.