Termên Serokkomar û Wezîrê Derve yên Îranê li bajarê Meşhedê tên veşartin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Nîvfermî ya Îranê IRNA belav kiriye, “Biryar e termên Serokkomarê Îranê û tîma pê re ku duhî di rûdana keftina helîlopterê de mirine li bajarê Meşhedê yê Îranê bên veşartin”.
Ajansa IRNAyê amaje da, “Termên Îbrahîm Reîsî û şanda pê re piştî ku di merasîmekê de ji bajarê Tewrêzê tên birêkirin, li dawiya vê heftiyê dê li bajarê Meşhedê bên veşartin”.
Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî duhî (Yekşem, 19.05.2024) ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû.
Medyaya fermî ya Îranê di wî warî de ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.
Swarên wê helîkopterê jî ev bûn; Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din.