Wezareta Çandiniyê ji bo rêgirtina li belavbûna taya xwînberbûnê 6 rênîşandan derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşîgirtina li belavbûna taya xwînberbûnê 6 rênîşandan derxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandiniyê, ji bo rêgirtin li belavbûna nexweşiya taya xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê, divê ev rênima bên cîbicîkirin:
Yekem: Pêwîst e serjêkirina ajelan li serbirxaneyên fermî bên serjêkirin û ji aliyê beytarên fermî ve bên kontrolkirin û mohrkirin.
Duyem: Divê pişknîn berî serjêkirinê û piştî serjêkirinê bêne kirin, da ku tenduristiya ajelan misoger bibe.
Sêyem: Divê tedbîrên tenduristiyê di lixwekirina cilûbergên taybet û bikaranîna alavên serjêkirinê yên li serbirxaneyan de bêne girtin.
Çarem: Divê ajelên ku derbasî Herêma Kurdistanê dibin li xalên sînorî û firokexaneyên bi hûrî bên kontrolkirin daku saxlemiya wan were piştrastkirin.
Pêncem: Wezaret dê tedbîrên pêwîst ji bo peydakirina dermanên şuştina ajelan û jinavbirina parastimismên ku dibin sedema veguhestina vîrusa taya xwîberbûnê di nav ajalan de, werbigire û ev helmet tevahiya Herêma Kurdistanê li xwe digire.
Şeşem: Kontrolkirina diyardeya bazirganiya nefermî ya ajelan ji derve, nava Herêmê û Iraqa federal, herwiha rêgirtin li anîna ajelan ji parêzgehên ku nexweşî lê belav bûne.
Rêveberiya Tendirustiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, li navçeya Akrê 2 haletên nexweşiya taya xwînberbûnê hatine tomarkirin, yek ji wan ku peyayekî temen 48 salî bû, piştî ku bo nexweşxaneya Hewlêrê hat veguhastinm, canê xwe jidest da.
Tendirustiya Akrê da zanîn, pêketiyê duyemîn jî peyayekî 60 salî ye, rewşa wî baş e û ji bo malê hatiye şandin.