Qeter piştî vekirina konsulxaneya xwe sê projeyên mezin li Kurdistanê cîbicî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hevahengiyeke gelek baş di navbera me û Qeterê de heye û Qeterî piştî vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêrê, sê projeyên mezin li Kurdistanê dikin.
Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî ji K24ê re ragihand, bi vekirina konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê re, çavê Qateriyan li wê ye ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, lewma çendîn proje li Kurdistanê fînanse kirine.”
Herwiha got: “Desteya Veberhênanê plan dike ku hemû hêsankariyan ji bo sermayedarên Qeterî, bi taybetî her sermayedarek ku bixwaze li Herêma Kurdistanê sermayeyê bike, 10 sal ji bac û gumrikê bêpar bike, bi taybetî eger veberhênan di warê çandinî, petrol û gazê de be.”
Li gorî Akreyî, “Projeyên ku Qeterî dixwazin li Kurdistanê bikin, çend projeyên pîşesazî û niştecihbûnê ne.” Herwiha diyar kir jî, “Îsal em ê digel sermayedarên xwe yên di warê çandiniyê de, berhemên xwemalî hinarde bikin Qatarê.”
Berdevkê Desteya Veberhênanê da zanîn jî: “Çend caran şandên veberhênanê ji bo pevguhertina agahiyan li ser petrol û gazê serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Amaje bi wê jî kir, amadekarî tên kirin ku di demek nêzîk de li Hewlêrê forumeke aborî ya hevbeş di navbera her du aliyan de were lidarxistin û tê çaverêkirin ku hikûmeta Qeterê bi asteke bilind ligel zêdetir ji 100 sermayedaran beşdar bibe.
Ev yek di demejê de ye, îro 26ê Gulana 2024an bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê tê vekirin.