Beşar Metî Werde: Herêma Kurdistanê niyeteke rastgoyane ji bo pirsa pêkvejiyanê heye

Beşar Metî Werde
Beşar Metî Werde

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Esqafeya Kildanî li Hewlêrê di nav Konferansa Qanûna Barê Kesî ya Kiristiyanên Îraqê amajeyê dide, “Herêma Kurdistanê niyeteke rastgoyane ji bo pirsa pêkvejiyanê heye”.

Îro (Duşem, 27.05.2024) Konferansa Qanûna Barê Kesî ya Kiristiyanên Îraqê bi berhevbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Zannîgeha Kasolîkî li Hewlêrê hat kirin.

Serokê Esqafeya Kildanî li Hewlêrê Beşar Metî Werde di çarçoveya wê konferansê de amaje da, “Ev konferans ji bo hemiyan giring e, xasma ji bo Kiristiyanan”. Herwesa got, “Destûrê hemî welatan hevgir e û mafên Kiristiyanan li ber çav hatiye wergirtin, di destûran de mafên Kiristiyan û dêran hatiye diyarkirin”.

Beşar Metî Werde got, “Qanûnan rêgirî ji bo pêkhatan çê nekiriye”. Navbirî amaje da gelek welatan ku mafên Kiristiyanan tê de hatine dabînkirin, ji bilî Îraqê, û got, “Li Îraqê madeya 17ê dibêjit, hemî pêkhatên Îraqê bê cudahî li beranberî qanûnê wekî yek û azad in di ragehandin û maf û erkên xwe de lê ew nehatiye kirin.

Navbirî tekez jî kir, “Ez wesa difikirim ku ecêndayeke siyasî li pişt vê yekê heye, herwesa qanûneke girêdayî Kiristiyanan nîne û ji ber sedemên siyasî mafê Kiristiyanan tê binpêkirin”.

Serokê Esqafeya Kildanî li Hewlêrê ron jî kir, “Her qanûneke pêdivî be, divê pirojeqanûnek hebe û rewatî pê bê dan ji bo ku hemî kitekes xwe wekî welatiyên wî welatî bizanim, wekî yek û bê cudahî”.

Beşar Metî Werde wesa dît ku berhevbûna Serokê Herêma Kurdistanê amajeyeke rastgoyane bû ji bo niyeta Herêma Kurdistanê û ji bo baweriya bi jiyana hevpar a pêkhatan”.

Fly Erbil Advertisment